Bexda.. Avahiya rojnameya el-Taaxî ya PDKê rastî êrîşa çekdaran hat

Hewlêr-KDP.info-Rêveberê nivîsandinê yê rojnameya el-Taaxî ragihand ku hêzeke çekdarî bi sê otombêlên polîsê Iraqê ku cilên artêşa Iraqê li xwe kiribûn, şeva borî êrîşî avahiya rojnameya el-Taaxî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê kirin û ji sitafê rojnemeyêre gotine nabe bi ti awayî li Bexdayê kar bikin.
Rêveberê nivîsandinê yê rojnameya el-Taaxî Bedirxan Sindî ji KDP.info re ragihand: “Hêzeke çekdarî ku cilên artêşa Iraqê li xwe kiribûn û bi otombîlên polîsê Iraqê şeva borî êrîşî avahiya rojnameya el-Taaxî li navçeya Kerade ya Bexdayê kirin û çekên zêrevanên avahiyê, otombîl û çend amûrên rojnameyê ligel xwe birin”.
Bedirxan Sindî herwiha got “Her çiqasî wezareta navxwe derbarê bûyerê de lêkolînê daye destpêkirin, lê rojnameya el-Taaxî wek helwestekê biryar daye hejmara roja sêşemê (îro) dernexe”.
Li gor agahiyan, ew hêz ser bi girupa Esaîb Ehil Heq in, ku hêzekî Malikî ye, bi çend awayî hewla tirsandin û ji navbirina dijberên Malikî didin.




