Serok Barzanî vegeriya Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info-Piştî serdaneke fermî bo Tirkiyê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî şevê din vegeriya Kurdistanê.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî civîna ligel Serokkomar Abdullah Gul û Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Derveyê Tirkiye Ahmed Davutoglu şevê din bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê vegeriya Kurdistanê.
Doh bi serdanekê Serok Barzanî gehişte Tirkiyê û ligel Serokkomar û Serokwezîrê Tirkiyê civiya û di herdu civînan de rewşa dawî ya Iraqê û nevçeyê bi giştî hat gotûbêjkirin û herdu aliyan tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîste peywendiyên navbera Tirkiye û Kurdistanê bihêztir bibin bi taybetî di warî abûrî û siyasî de.
Herwiha Serok Barzanî di herdu civînan de tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê kar ji bo binyatnana Kurdistanê û parastina wê dike.
Şanda li gel Serok Barzanî pêkhatibû ji her yek ji Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge û Kerîm Sincarî Wezîrê Navxo û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Cebar Yawer Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmergeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Hoşmîn Iniz




