Serok Barzanî bo Erdogan: Herêma Kurdistanê kar ji bo boniyadnana Kurdistanê û parastina wê dike

Enqere-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Tirkiyê civiyan û serok Barzanî di wê civînê de ji Erdogan re got Herêma Kurdistanê kar ji bo boniyadnana Kurdistanê û parastina wê dike.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Tirkiyê, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê Ebdulah Gul re, li Enqereyê li gel Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan jî civiya.
Di hevdîtineke de ku wezîrê derve yê Tirkiyê û hijmareke din ji rayedarên din yên vê welatî tê de amade bûn behsa rewşa nû ya Iraqê û ew qirîza mezin yaku li Iraqê hatiye holê hate kirin û her du alî behsa vê yekê kirin ku çawe mirov dikare dawî bi qirîza han bîne û guhertinên wisa bike ku xizmeta tevahiya pêkhateyên Îraqê bikin.
Di berdewamiya hevdîtina han de Serok Barzanî û Erdogan behsa metirsiyên teror û bandora terorê li ser Îraq û deverê kirin.
Meseleya damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê jî mijareke din ya vê hevdîtina han bû û di vê derbarê de Serok Barzanî got: Niha Kurd li ser du rêbazan disekine, yek ji wan rêbazan berdewam bûna Kurde li gel prosesa siyasiya Iraqê û rêbaza din jî kar kirin û hewldan bo boniyadnana Kurdistan û parastina wî ji her cure metirsiyekiye.
Di berdewamiya hevdîtina han de ku du saetan berdewam bû behsa peywendiyên navbera Kurdistan û Tirkiyeyê û herwiha çawetiya bihêztir kirina peywendiyên han hate kirin.
Pişt re di navbera Serok Barzanî û Erdogan de civîneke du alî hate lidarxistin.
Tê payîn ku Serok Barzanî li gel wezîrê derve yê Tirkiyeyê jî bicive.
Weke tê zanîn her yek ji wezîrê çavkaniyên xwezayî, wezîrê pêşmerge û Emîndarê wezareta pêşmerge, Serokê dîwana Serokatiya Kurdistanê jî li gel Serok Barzanî dene.




