Dibe ku sibê desteya serokatiya parlamentoyê yekalî bibe

Bexda-KDP.info- Serokê frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li parlementoya Iraqê dibêje derbarê posta cîgirê serokê parlamentoyê bi ti awayî kêşe û nakokî di navbera kutleyên Kurdî de nînin û îro jî dê ew pirds yek alî bibe, got jî bibe ku sibê desteya serokatiya parlementoyê bê hilbijartin.
Xesro Goran, serokê frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li parlementoya Iraqê ji KDP.info re ragihand: “Tu nakokî di navbera kutleyên Kurdî de derbarê berbijarê cîgirê serokê parlamentoya Iraqê de nîne û biryare jî îro li Bexdayê hemû kutleyên Kurdî bicivin û kesekî ji bona wî postê diyar bikin.”
Xesro Goran got: “Berê ew post pişka Partiya Demokrat a kurdistanê bû û niha bibe pehra PDKê, ez ji bo wê posteyê berbijarim.”
Herwiha serokê frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li parlementoya Iraqê, diyar dike ku “niha tenê dê desteya serokatiya parlamentoyê yekalî bike û piştre behsa postên din bikin.”




