26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Gul: Pêwîste peywendiyên navbera Tirkiyê û Kurdistanê bihêztir bibin

Çavkanî: KDP.info

Enqere-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Berzanî îro ligel Serokomarê Tirkiyê civiya û her du aliyan tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîste peywendiyên navbera Tirkiye û Kurdistanê bihêztir bibin bi taybetî di warî abûrî û siyasî de.

 

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Tirkiyê de ku îro danê sibê pêk hat, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li balefirgeha Esenboga ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve hate pêşwazî kirin.

 

Piştî merasima pêşwaziyê Serok Barzanî û heyeta pê re serdana koşka Serokkomariya Tirkiyê ya li Enqereyê kirin û ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Ebdulah Gul ve hatin pêşwazîkirin.

 

Pişt re di civînekî de her du alî behsa rewşa Iraq, bûyer û pêşhatin dawî yên Iraqê, pevçûnên heyî yên di navbera DIŞI û artêşa Iraqê de, rewşa Penaberên Îraqê yên li Kurdistanê de, rewşa Sûriyayê û herwiha peywendiyên heyî yên di navbera Tirkiye û Kurdistanê de kirin.

 

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Serok Barzanî û Ebdulah Gul tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîste peywendiyên navbera Tirkiye û Kurdistanê bihêztir bibin bi taybetî di warî abûrî û siyasî de.

 

Herwiha tê payîn ku vê îro danê êwarê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan de jî bicive.

Nûçeyên têkildar