Newyork Tames: Li benda serbixweyiya Kurdistanê bin

Ajans-KDP.info- Rojnameya Amerîkî Newyork Tames dibêje wê di paşerojeke nêzîk de Kurdistan serbixweyiya xwe ragehîne.
Rojnameya Newyork Tames ya Amerîkayî raportek derbarê rewşa Îraqê de û herwiha hewldanên Kurdistanê yên bo ragehandina serbixweyî belav kiriye û bi awayekî berfire behsa rewşa Îraqê û parçe bûn wê welatî dike.
Di vê raporta han de hatiye nivîsandin ku Rayedarên Amerîkayê piştî sala 2003an sernariyonên parçe kirin anjî parçe bûna Îraqê amade kirine û li gor wan senariyoyan steratejiya Amerîkayê diyar kirine.
Di beşeke din ya vê raporta han de hatiye nivîsandin ku yek ji wan senariyoyan ewe ku lazime Îraq bibe xwedan pergaleke fedralî ya ne nawendî jiber eger pergaleke bi vê rengî li Îraqê neyê cîhbicîh kirin vê demê Kurdistan ji Îraqê weqete.
Di berdewamiya arporta han de behsa senariyoyên demokrat û komariyên Amerîkayê yên derbarê Îraqê de hatiye kirin û di dawî de jî rewşa îro ya Îraqê hatiye şîrove kirin û hatiye nivîsandin ku eger heta yek anjî du hefteyeke din Serokên Îraqê lihev nekin vê Kurdistan serbixweyiya xwe ragehîne.




