25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Xelîlzad: Xwe ji bo serxwebûna Kurdan amade bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê Zilmayî Xelîlzad dibêje Kurd derbarê serxwebûna xwe cidî ne û civaka navdewletî jî divê xwe li gor vê defektoyê biguncînin û ragihandiye ku xwe ji bo serxwebûna Kurdan amade bikin.

 

Xelîlzad di malpera Newyork times de gotarek nivîsiye û rewatiyê dide bi daxwaza serxwebûna Kurdistanê û hewlên Kurdan bo serxwebûnê û dibêje: “Xwe ji bo serxwebûna Kurdan amade bikin.”

 

Zilmayî Xelîlzad dibêje: “Kurdistan cudatire ji Iraqa erebî, Kurdistan aramtire, pêşkeftîtire û zêdetir jiyana pêkvejiyanê têde heye. Bexdad nikare welatiyekî xwe biparêze. Nêzîkî yek milyon Iraqî ku jimarek zor mesîhî jî di nav dene berê xwe dane Kurdistanê.”

 

Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê dibêje: “Eger hikûmeta navendî biser nekeve bo pêdana çend taybetmendiyekê ku bibe egera razîbûna Kurd û Suneyan wê demê wê Kurd zextê bo serxwebûna Kurdistanê bikin. Kurd di vê barê de cidî ne û civaka navdewletî jî divê xwe li gor vê defektoyê biguncînin.”

 

Ji bo helwesta hikûmeta Amerîka jî Zilmayî Xelîlzad got: “Her çi rû bide bihêzkirina pêwendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê xizmet bi berjewendiyên Emerîka dike.”

 

Zilmayî Xelîlzad, ki sala 2005 heta 2007 balyozê Amarîka li Iraqê bû.

Nûçeyên têkildar