26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Osman Ocelan: Divê PYDê xwe wek beşek ji siyaseta Kurdistanê bide naskirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Osman Ocelan, divê PYDê xwe wek beşek ji siyaseta Kurdistanî bide naskirin û bi pêwîst dibîne ku Rojava û Başûrê Kurdistanê rêkbikevin, ji ber ku ew yekgirtin dê bibe bingeheke sereke bo Dewleta Kurdistanê.

 

siyasetmedarê Bakûrê Kurdistanê, Osman Ocelan derbarê siyaseta PKKê û PYDê dibêje: “Ew siyasetekî tekrewî birêve dibin û dixwazin hertişt di destê wan de be, lê dema dikevin nava qeyranekê, tên û li rêya kesekî wek Murad Qereyelan daxwaza hevkariyê dike.”

 

Osman Ocelan, dibêje “eger Kobanî bikeve destê DAIŞê, wê demê dê Efrîn û herêma Cezîrê jî bigrin û piştî Rojavayê Kurdistanê dê Başûr û Kerkûkê jî bigrin, lewra daxwaz ji Kurdan kir ku dev ji nakokiyên xwe berdin û li DAIŞê destê xwe bidin hev.”

 

Ew siyasetmedarê Kurd dibêje: “Rewşa niha ya cîhanê û rojhelata navîn û Kurdistanê bi taybetî rê dide Kurdan ku pirsa xwe çareserbikin, bi taybetî şerê nav Iraq û Sûriyê zemîne saz kiriye ku Kurd bighên mafê xwe û dibêje divê PYDê xwe wek beşek ji siyaseta Kurdistanî bide naskirin û bi pêwîst dibîne ku Rojava û Başûrê Kurdistanê rêkbikevin, ji ber ku ew yekgirtin dê bibe bingeheke sereke bo Dewleta Kurdistanê.”

Nûçeyên têkildar