Kilînton ji bo guftûgokirina pirsa Sûrîya gihêşte Turîya

Îro şemîyê wezîrê derveyê Amerîka Hîllarî Kilînton, derbarê tengasîya Sûrîya gihaye Turkîya, li gorî ajansên nûçe, kilînton di evê seredanê de hevdîtinê bi berpirsên bilindên Turkîya û opozisîyonê Sûrîya re saz dike.
Tê çaverêkirin ku mijara serekîya evê kombûnê veguhastina desthilatê li Sûrîya ye dema ku rejîma Beşar El-Esed hate roxandin.
Berpirsên bilindên Amerîka gotine, wezîra derveyê Amerîka dixweze bizane ku berpirsên Turkîya çi helwêstên wan li hember rewşa Sûrîya û çi dilgiranîya wan heye.
Di evê seredanê de jî dê li ser hevkarîyên mirovî ji alîyê Amerîka ve bihê behis kirin.




