25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PYDê yasaya xizmeta leşkerî ya mecbûrî pejirand

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info-Duh yekşemê Encûmena Yasadanînê ya Kantona Cezîrê proje-yasaya xizmeta leşkerî ya mecbûrî li Rojavayê Kurdistanê pejirand.

Hat ragihandin ku Encûmena Yasadanînê ya Kantona Cezîrê proje-yasaya xizmeta leşkerî ya mecbûrî li Rojavayê Kurdistanê pejirand. Li gor yasayê “Divê her malbatek, ji hemû pêkhateyan, xortekî xwe ku temenê wî di navbera 18-30 salî de be pêşkêş bikin daku ji bo heyama 6 mehan xizemta leşkerî bike.”

Herwiha di yasayê de tê gotin ku kesê tevlî xizmeta leşkerî bibe dikare her 6 mehên xizmeta xwe li ser hev bike yan jî dem bi dem, herwiha malbata ku yek xortê wan hebe ev yasa wan nagire tevî kesên nexweş bi nexweşiyên giran û malbatên şehîdên YPG û asayişê, herwiha kesên ku zarokên wan di nav her du hêzên navborî de hebin.

Derbarê xwendekaran de jî yasaya xizmeta leşkerî ya ku ji aliyê Encûmena Yasadanînê ya Kantona Cezîrê ve hatiye pesend kirin wiha dibêje: “Xwendekar dikare di çarçoveya 2 salan de xizmeta xwe ya leşkerî ya mecbûrî bike.” Lê di yasayê de tê gotin ku kesê xwe ji ber xizmeta leşkerî ya neçar bide alî dê rûbirûyê ceza bibe, lê yasayê diyar nekir ku dê ceza çawa û çiqas be.

Pejirandina vê yasayê, dê arîşeyên siyasî di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rpojavayê Kurdistanê (EGRK) bi taybetî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), ku di nav EGRK’ê de cih digire, kûrtir bike ji ber ku ev yasa berî bê pejirandina ji aliyê ENKS’ê ve hatibû red kirin.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) jî vê yasaya xizmeta leşkerî ya mecbûrî red dike.

Nûçeyên têkildar