Herêma Kurdistanê dê biryara dadgeha London temîyz bike û hemû riyên yasayî bigre

Hewlêr-KDP.info-Serokê komîteya çavkaniyên sirûştî li Parlamentoya Kurdistanê ragihand, ku Herêma Kurdistanê dikare derbarê wê biryara dadgeha London, ku giliyek li berjewendiya şirketa DAN CAS pejirandiye, dikare tanê li wê biryarê bide û temîyz bike û hemû rêyên yasayî bigre.
Piştî belavbûna nûçeya, biserketina sikala û gilî ya şirketa DANA GAS li ser Herêma Kurdistanê, ku li London hatibû tomar kirin û têde daxwaza komek pere kiriye, li hember de serokê komîteya çavkaniyên sirûştî li Parlamentoya Kurdistanê dibêje: “Haya me ji wê mijarê heya û me daxwaza hûrgiliyan ji wê şirketê kiriye.”
Dr. Şêrko Cewdet, serokê komîteya çavkaniyên sirûştî li Parlamentoya Kurdistanê, ji KDP.info re ragihand: “Haya Herêma Kurdistanê ji wê giliyê heye, ji ber ku Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Aştî Hewramî li dervey welate, me daxwaz ji DANA GAS kiriye ku bi raportekê hûrgiliyan bidin me ji bona ku em guh bidin herdû aliyan.”
Dr. Şêrko diyar jî kir ku “şirketa DANA GAS niha jî li Herêma Kurdistanê ye û girêbesteke dûr û dirêj wê bi Herêmê ve girêdide, di giliyê xwe daxwaza çend milyon dolar dikin.”
Serokê komîteya çavkaniyên sirûştî li Parlamentoya Kurdistanê tekez kir ku “Herêma Kurdistanê dikare tanê li wî giliyî bide û temîyz bike û emê hemû riyên yasayî bigrin.”




