Dewleta Qanûnê, Bnaka Navendîya Iraqê pare ji bo girûpên terorê şandîye

Endamenkî lîsta Dewleta Qanûnê, Bnaka Navendîya Iraqê bi evê yeke gunehbar kir, ku wê bo sazkirina girûpên teroristî pareyên Iraqîye ber bi derve yê şandîye, çavdêr jî dibêjin ku ev pêkol a han ya Dewleta Qanûnê tenê ji bo fişarxistine bi ser Bnaka Navendîya Iraqê û kontirolkirina wê ye.
Di evê derbarê de Endamê Lîsta Dewleta Qanûnê Heysem Cebûrî di bêjedanekê de ragihand, hinek berpirs û kesayetî hene ji Bnaka Navendîya Iraqê, pareyên Iraqîyan ber bi derveyê dişînin, eve jî ji bo alîkarîkirina hinek girûpên terorîstî ku kirdarên terorîstî li Iraqê encam didin.
Herweha Cebûrî got, di derbarê vê mijarê de, belgeh û pêzanînên wan temam heye.
Piştî evê bêjedanê, ser fermana serokê parlîyamenta Iraqê Usame Nuceyfî, komîteyeka parlîyamentarî ji bo vekolîna evê mijarê hat çêkirin.




