25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xanezîn.. Welatiyan li dijî siyaseta Malikî rêya navber Îran û Iraqê girtine

Çavkanî: KDP.info

Xaneqîn-KDP.info-Bi mebesta derbirîna nerazîbûnê li dijî kiryarên mîlşyatên Şîe li hember welatiyên Kurd li ser rêya navbera Xaneqîn-Bexda û ew dorpêçkirina abûrî ku ji aliyê Bexda ve li ser bajarê wan û Herêma Kurdistanê hatiye encamdan, ev du rojin hijmarek welatiyên Xaniqînê dest kirine bi mitîng û mangirtineke vekirî û rêya navber Îran û Iraqê girtine.

Di vê bare de Elî Xanixînî, ku welatiyekî bajarê Xaniqînê ye, ji KDP.info re ragihand: “Berya çend rojan dema ku ez ji Bexda vedgeriyan Xaniqînê, çekdarên Esayîbî Şîe li ser rê ketin pêşiya me û sivkatî bi me û Kurd kirin û piştre em hemû daxistin û gef li me xwarin û ji mere gotin eger careke din hûn bi vê riyê de biçin, emê we bikujin.”

Şufêreke teksiyê jî, ku bi wê rêyê diçe û tê, bi vî awayî behsa rewşê kir: “Berya du rojan, sê welatî bi min re bûn, gava ez gihiştim Mendelî, çend çekdarên Bedir yên Şîe  rê li pêşiya min girtin û sê kesan li min dan û gotin hûn Kurdin, hûn hemû terorîstin, careke din neyên Bexdayê, eger hûn hatin emê we bikujin û piştre sivkatî bi me kirin û bera me dan.”

Hevdem Azad Caf, ku ew jî welatiyekî bajarê Xaniqînê ye û di vê mitîngê de beşdar bûye, dibêje: “Zêdeyî du mehane me li Xaniqînê mûçeyên xwe nestendine û niha hêzên Malikî û mîlîşyatên wî nahêlin xwarin û pêdviyên jiyanê û benzîn û derman derbasî nav bajar bibin û rêya Xaniqînê girtine, lewra em dixwazin bi zûtirîn dem ev kêşeye bê çareserkirin.”

Piştî bûyerên Mûsilê, çekdar û mîlîşyatên Şîe bi eşkere dest kirin bi girtin û kuştina welatiyên Kurd li Bexda û navçeyên başûrê Iraqê.

Nûçeyên têkildar