NY, hjemara penaberên Sûrî gihaye 150 hezar penaber

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku hejmareka zêde ji xelkê sivîlên Sûrî, ji ber berdewamiya şerê bi taybetî li bajêrê Helebê direvin û niha hejmara penaberên Sûriya li her çar welatên derdorê gihişte 150 hezar kesî.
Herweha evê rêkxistinê daxuyankirin, ku de ragihand hejmarê penaberan gihaye 50 hezar û 227 penaber li Turkîya dijîn û tenê di heftiya borî de bêtirî 6 hezar penaberên Sûriya reviyane Turkîya.
Peyvdarê komisyona NY ya penaberan Adrian Edwards di vê derbarê de daxuyand ku di heftiya borî de hejmareke zêde ya penaberên Sûriya gihiştine Turkîya û piraniya wan ji bajarê Heleb û navçeyên derdora wê ne.
Komisyona bilind a penaberan a NY her wiha aşkere kir ku di şeva borî de hejmara penaberên Sûriya li Urdun 45 hezar û 869, li Libnan 36 jezar û 841 û li Iraqê jî 13 hezar û 730 penaber in.
Edwards xuya kir ku li hin welatên din jî hejmarek penaberên Sûriya hene, lê navên wan nehatine tomarkirin.




