26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî sibê diçe Tirkiyê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şandeke bilind, dê sibê serdana Tirkiyê bike û bi rayedarên wî welatî re bicive.

 

Serok Barzanî dê sibê 14ê Hezîranê serdana Enqerê bike û bi Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan û Wezîrê Enerjiyê Taner Yildiz re hevdîtin bike.

 

Li gorî AAyê, di vê serdanê de Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Aştî Hewramî, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî û Wezîrê Darayî Rêbaz Mihemed hevaltiya Serok Barzanî bikin.

 

Di hevdîtina Serok Barzanî û Erdogan de dê rewşa Iraqê û navçeyê û pêwendiyên Hewlêr û Enqerê û çend pirsên din wek petrol û DAIŞê û pêkhata hikûmeta Iraqê bên gotûbêjkirin.

Nûçeyên têkildar