Aştî Hewramî: Cardin dahata petrola kurd nakeve bin destê Bexdayê

Hewlêr-KDP.info-Wezîrê çavkaniyên xwezayî dibêje di dawiya îsal de Kurdistan dibe welateke girîng di warê enerjî de û got cardin dahata petrola kurd nakeve bin destê Bexdayê.
Wezîrê çavkaniyên xwezayî yê hikûmeta Kurdistanê Aştî Hewramî ragehand ku “di dawiya îsal de hikûmeta Kurdistanê dikare bi awayekî berfire rêjeya şandina petrola xwe bo derve zêde bike.”
Hewramî herwiha eşkere kir ku Kurdistan bi zêdekirina rêjeya petrola ku dişîne ji derve re di dawiya îsal de dibe welateke girîng di warê enerjî de û vê bandoreke mezin li ser hevsengiyên siyasî bike got: “Cardin dahata petrola kurd nakeve bin destê Bexdayê.”
Hewramî herwiha rexne li siyasetên Nûrî Malikî yên derbarê qutkirina bûdceya Kurdistanê de kir û got: “Ev siyasetên han siyasetên şaş û naserdemiyanen.”
Nav hatî behsa vê yekê jî kir ku “piştî vekêşandina artêşa Iraqê ji Kerkûk, Mûsil û derdorê Malikî fermana têkdan û xirab kirina kêlgeh û rafîneyên petrolê daye lewre beşeke mezin ji wan rafîneyan niha kar nakin lê di rojên pêşiya me de werin çêkirin.”




