26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parêzgeha Hewlêrê: Rewşa koçberan baş e û em hevkariya wan dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Rêkxera navbera parêzgeha Hewlêrê û UN ji bo hevkarîkirina koçberên li sînorê parêzgeha Hewlêrê ragihand ku tevî wê hijmara mezin ya koçberên ku li Herêma Kurdistanê ne, hemû pêdviyên sereke ji wan re hatine peydakirin û alîkariyekî baş pêşkêşî wan koçberan hatiye kirin û tu kêşeyên wan nînin.

 

Viyan Reşîd, Rêkxera navbera parêzgeha Hewlêrê û UN ji bo hevkarîkirina koçberên li sînorê parêzgeha Hewlêrê, hi KDP.info re ragihand: “Li nava kampa Beherkê, rêxrawa UN ligel Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hene û hemû pêdviyên jiyanê ji wan re hatine pêşkêşkirin.”

 

Viyan Reşîd, diyar jî kir “hijmara koçberên li parêzgeha Hewlêrê berdewam zêde dibe û doh jî 7 hezar koçber din hatin Hewlêrê û li kampa Beherkê hatin bicîh kirin û ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji wan re hatine peyda kirin.”

 

Rêkxera navbera parêzgeha Hewlêrê û UN tekez kir ku “tevî wê hijmara mezin ya koçberên ku li Herêma Kurdistanê ne, hemû pêdviyên sereke ji wan re hatine peydakirin û alîkariyekî baş pêşkêşî wan koçberan hatiye kirin û tu kêşeyên wan nînin.”

Nûçeyên têkildar