26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mûsil.. DAIŞ 10 Kurdên Şebek revandin

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info-Îro yekşemê, çekdarên DAIŞê 10 ciwanên Kurdên Şebek ji du gundên welatiyên Şebek revanidin, hevdem wan çekdaran 52 malbatên Ereb anîne gundekî Kurdên Şebek û ew bi cîh kirine.

 

Berpirsê ragihandina liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDPê) li Mûsilê Seîd Memozînî, ji KDP.info re ragihand: “Çekdarên DAIŞê îro 10 ciwanên Kurdên Şebek ji herdu Gogcelîl û cîlwe berv cihekî nediyar de revandin, ji aliyekî dî ve wan çekdaran 52 malbatên Ereb anîn gundê Umerkan û ew li wî gundê Kurdên şebek bi cîh kirin.”

 

Memozînî got jî: “Ev demeke ku welatiyên Şebek, li wan deverên ku dervey deselata hêzên Pêşmerge de ne, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve dibine armanc.”

 

Ji şeva 10/9 ya meha borî ku çekdarên DAIŞê bajarê Mûsilê girtin destê xwe, heta niha 105 welatiyên Kurdên Şebek hatine revandin û çarenivîsa wan ne diyare.

Nûçeyên têkildar