Nêçîrvan Barzanî seredana Celal Talebanî li Almanîya kir

Serokê hukûmeta herêma Kurdistanê dilgel şandekê, seredana serokê komara Iraqê li Almanîya kir û li tendiristîya wî pirsî.
Li gorî nûçeya malpera fermî ya YNK, PUKmedia, serokomarê Iraqê Celal Talebanî li cihê bêhinvedana xwe ya li bajêrê Almanya, Berlînê, pêşwazîya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Li gorî nûçeyê, Barzanî, bi germî rewşa tenduristiya Talebanî pirs kiriye û kêfxweşiya ji serkeftina neştergeriya ku bo Talebanî hatiye kirin, nîşan daye û hêviya xwe jî aniye ziman ku di demek kurt de Talebanî vegere welêt, ji ber ku bo çareseriya arîşeyan pêwîstî bi wî heye.
Hat gotin, Talebanî jî spasiya Nêçîrvan Barzanî kiriye ku serdana wî kiriye û di beşek din ya kombûnê de, arîşe û aloziyên Iraq û Herêma Kurdistan û çawaniya çareseriya wan hatiye axaftin û li ser yekrêzî û bihêzkirina têkiliyên navbera PDK û YNK hatiye kirin.
Tê zanîn, serokê komarê Iraqê, Celal Talebanî, beriya niha bo nexweşiyê serdana Almanya kiribû.




