Îro jî posta serokwezîriyê bi Malikî û Ceferî yek alîkî nebû

Bexda-KDP.info- Serokê firakisyona Dewleta Yasayê û serokê frakisyona Hevpeymana Nîştîmanî, derbarê diyarkirina berbijarê posta serokwezîriyê ya Iraqê civiya, lê hevdîtina wan bêencambû.
Li gor ajansa Someriye News, îro li parlamentoya Iraqê her yek ji serokê frakisyona Hevpeymaniya Nîştîmanî Îbrahîm Ceferî, û serokê frakisyona Dewleta Yasayê Nûrî Malikî, derbarê berbijarê posta serokwezîriyê civiyan, lê belê ew civîn bê encam bi dawî hat û negihiştine tu rêkeftinekê.
Her yek ji pêkhateyên Sûnne û Kurd berbijarê xwe ji bo posta Serokomar û Parlamentoya Iraqê diyar kirîne, lê ji ber rijdbûna Malikî li ser wergirtina posta serokwezîriyê, heta niha frakisyona Hevpeymana Nîştîmanî nikariye berbijarê xwe diyarbike ji bow ê posteyê û piraniya aliyên ne ligel wê yekê ne ku Malikî bo gera sêyemîn bê berbijarkirin.




