Neda Enter: Civîna Parlamentoya Iraqê hat paşxistin

Bexda-KDP.info-Civîna Parlamentoya Iraqê ji ber nebûna rêkeftineke siyasî derbarê postan de, hat paşxistin.
Parlamentera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) Neda Enter, ragihand ku Civîna parlamentoyê heta roja sêşemê seat 11hat paşxistin, ji ber nebûna rêkeftineke siyasî derbarê postên Iraqê
Herwiha di civînê de nêzîkî 30 parlamenterên Kurd amade nebûn ku ji ber xirabiya keş û hewayê nikarîne ji Hewlêrê bên Bexdayê.




