Ji ber têkçûna rewşa keş û hewayê perlemanterên Kurd neçûn Bexdayê

Hewlêr-KDP.info-Perlemanterlê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) ragihand ku ji ber sedema têkçûna rewşa keş û hewayê, hîna parlemanterên Kurdistanê neçûne bo Bexdayê ji bo beşdarîkirin di civîna encûmena Iraqê de.
Rênas Cano, perlemanterê Encûmena Nûnerên Iraqê li ser frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê), ji KDP.info re ragihand: “Biryar bû îro ji sibehê ve em çûbana Bexdayê bo beşdarî kirinê di civîna Parlementoyê de, ku dema wê seat 11 perya nîvro bû, lê ji ber têkçûna rewşa keş û hewayê menikarî biçin.”
Cano got jî: “Parlemantoya Iraqê ji aliyê xwe ve, ji bona ku em jî tevlî civînê bibin, ew civîn paşde xist û li hêviya me ne û her demedekê ku rewş baş bibe, emê jî biçin Bexda û beşdarî wê civînê bikin.”
Perlemanterê Encûmena Nûnerên Iraqê li ser frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê), Rênas Cano, diyar jî kir “Me berbijarê xwe ji bona posta cîgirê serokê Parlementoyê diyar kiriye, ew jî Xesro Goran e, ku eger hat û ew post ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) be.”




