Zêbarî: Divê Malikî daxwa lêborînê bike

Hewlêr-KDP.info-Wezîrê Derve yê Iraqê, daxwaz ji serokwezîrê kar bi rêker yê Iraqê Nûrî Malikî kir, ku ji ber wan tohmetên xwe yên li dijî Hewlêrê, daxwaza lêborînê bike.
Hoşyar Zêbarî, Wezîrê Derve yê Iraqê got: “Divê Malikî daxwaza lêborînê ji Kurdistanê bike û eger hat û Malikî daxwaza lêborînê nekir, nabe Kurd ligel wî bikin, wek Zêbarî gotina xwe arasteyî Malikî kir û dibêje: Di rastiyê de nabe ti ligel wan wezîran runê, yên ku ti wan dibîne terorîst.”
Piştî daxuyaniyên Malikî û tohmetên wî li dijî Kurdan, Herêma Kurdistanê Malikî bi kesekî nexweş bi hîstîrya bi nav kir û got ku xwe ji dest daye, hevdem wezîrên Kurdistanê li Bexdayê ji hikûmeta Malikî vekşiyan, ev jî wek helwîstekê li hember wan tohmetên Malikî.
Her wiha Zêbarî got jî: “Ji bona pêkanîna hikûmeta nû, di civina îro ya Parlementoyê û rêkeftin heta welat ji vê karesatê derbas nebe, tê bikeve kirîzeke mezin.”
Wezîrê Derve yê Iraqê, Hoşyar Zêbarî, diyar kir ji ber wan daxuyaniyên Malikî, di nav Kurdan de dilgiraniyekî mezin peydabûye, û got: “Mixabin, peywendiyên Hewlêr û Bexda tu carî neghane vê asta han ji xerabiyê, hewlek heye ji bo hesankirina wan peywendiyan, lê di rastiyê de, ne di wê astê de ne ku em behs bikin.”




