Serok Barzanî bo Biden: Her çareseriyek ji kirîza Iraqê re divê li gorî şert û mercên nû be

Hewlêr-KDP.info-Alîkarê Serokê Amerîka Joe Biden di pêwendiyeke telefonî de digel Serokê Herêma Kurdistanê, silav ji rûhê wan pêşmergeyên Kurdistanê re şand ku di şerê li dijî DAIŞ û terorîstan de şehîd bûne û Serok Barzanî Barzanî ji alîkarê Obama re got ku her çareseriya ji kirîza Iraqê re bê dîtin divê li gorî şert û mercên nû be.
Êvareya doh şemiyê 12-7-2014, Alîkarê serokê Amerîka Joe Biden bi telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî re li ser rewşa dawî ya Iraqê axivî.
Di pêwendiya han de Serok Barzanî û Biden li ser rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê, civîna parlamentoya Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin û têkez kirin ku divê hikûmeta nû ya Iraqê bikaribe hemû arîşe û aloziyan çareser bike.
Serokê Kurdistanê, Mesûd Barzanî ji alîkarê Obama re got ku her çareseriya ku ji kirîza Iraqê re bê dîtin divê li gorî şert û mercên nû be.
Di beşek din a pêwendiya telefonî de, Joe Biden silav û sersaxiya xwe ji rûhê wan pêşmergeyên Kurdistanê yên ku vê dawiyê di şerê li dijî DAIŞ û terorîstan de şehîd bûne, şand û ragihand, ji bona çareserkirina arîşeyan dê Kurdistan û Amerîka di nav têkiliyên berdewam de bin.




