Nêçîrvan Barzanî: Têkeliyên Hewlêr û Bexdayê pêwîstî bi mekanîzmeke nû heye

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ji ber ronahî û pêşhatên nû yê Iraqê hemû tiştek hatiye guhertin û divê bi peywendiyên Hewlêr û Bexdayê bi awayekî nû bên dîtin û diyar jî kir ku Herêma Kuridtanê ligel wê yekê de ye ku piroseya siyasî li Iraqê biçe pêş ji bo ku derfetek bo pêkvejiyanê peyda bibe û mîkanîzmek ji bo siruşta peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê li pêşerojê de, bê dîtin.
Îro şemiyê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwazî li konsolî giştî yê Berîtaniya li Herêma Kurdistanê Enges Mekkî, kir.
Di wê civînê de, konsolî Berîtaniya yê nû li Herêma Kuridstanê dixweşiya xwe bi vê hevdîtinê derbirî û amaje bi serdana Nêçîrvan Barzanî ji bo Berîtaniya û serdana Wezîrê derve yê Berîtaniya bo Kurdistanê da, û dilxweşiya xwe bi serdana wezîrê derve yê Berîtaniya diyar kir ku ji nêzîk ve rewş û pêşhatên Herêma Kuridtanê dît.
Konsolî giştî yê Berîtaniya li Herêma Kurdistanê Enges Mekkî, herwiha bi pêkanînakabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê derbirî, ku kabîneyekî binke fireh e û ev yek jî diyar dike ku Herêma Kurdistanê bi aliyekî rast de diçe.
Enges Mekkî, behsa peywendiyên Herêma Kurdistanê û Berîtaniya kir û diyar kir ku piştî serdanên navbera Hewlêr û Londonê, niha em hest dikin ki peywendî bi hêztirin û em dixwazin peywendiyên me di hemû astan de baştir bibin di navber hikûmet û sektora taybet û zanko û xelkê her yek di astê xwe de.
Konsolî giştî yê Berîtaniya li Herêma Kurdistanê tekez kir ku serdana Nêçîrvan Barzanî bo Londonê serdaneke girîng û nîşaneke dirûst bû bo awayê peywendiyên navbera herdu aliyan û hêvî xwest ku ku herdu alî pabend bin bi xurtkirina têkeliyan û amaje bi wê yekê da ku Berîtaniya girêdayî wan bernameyane, ku di dema serdana Nêçîrvan Barzanî ji bo Londonê û ya Wezîrê derve yê Berîtaniya ji bo Hewlêrê hatibûn amadekirin.
Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê got ku; li ber ronahiya rewş û pêşhatên nû yên Îraqê her tişt hatiye guhertin, divê bi awayekî nû li têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê bê nêrîn, herêma Kurdistanê bi wê yekê re ye ku, pirosesa siyasî li Îraqê ber bi pêş ve biçe daku, bikare lihevhatinek bo pêkvejiyanê bê holê û mekanîzmek bo awayê peywendiyên paşerojê yên navbera Hewlêr û Bexdayê bê dîtin.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got ku, terorîst ji bo hemû aliyan gef in û yaku li Îraqê diqewime destpêka qonaxeke nû ye û pirensîp û awayê pirsan hatiye guhertin, ji ber hindê her miamileyek digel reşa îro bê kirin divê ew rastî li ber çavan bê girtin ku, rewş hatiye gihertin.
Di dawiya civînê de, rewşa penaberên li herêma Kurdistan hat behis kirin û konsulê Birîtaniyayê tekîd li wê yekê kir ku, berê jî û niha jî Birîtaniya alîkariya penaberan kiriye û dike û dê li ser hevkarîkirina wan berdewam be.




