25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Celewle.. Şer di navbera hêzên Pêşmerge û DAIŞê berdewame

Çavkanî: KDP.info

Celewle-KDP.info-Şeva borî careke din li Celewle şer di navbera hêzên Pêşmerge û DAIŞê de derket û heta niha jî ew şwe berdewame.

 

Berpirsê Navçeya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Celewle, Kameran Mihemed ji KDP.info re ragihand: “Nêzîk seat 1 şeva borî li taxa Wehde, şer di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de dest pêkir û heta niha jî carna hevdû rokêt baran dikin.”

 

Berpirsê Navçeya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Celewle got jî di wî şerî de hêzên Pêşmerge di pêşiyê dene û karîn wan terorîstan bişkînin û hijmarek çekdarên wan dîlbigrin.

Nûçeyên têkildar