Konsolê Filestîn li Hewlêrê: Kurdistan aram e ji bo her kesekî û tevahiya pêkhateyên Iraqê

Hewlêr-KDP.info- Konsolê giştî yê Filestîn li Hewlêrê, dibêje Herêma Kurdistanê navçeyekî aram e ji bona her kesekî û tevahiya pêkhateyên Iraqê, bi taybetî piştî bûyerên vê dawiyê li Mûsil û kontrolkirina wan deveran ji aliyê terorîstan ve.
Nezmî Hizûrî, Konsolê giştî yê Filestîn li Hewlêrê, ji KDP.info re ragihand: “Kurdistan ku asayiş û seqamgîriyeke mezin li xwe digre, bûye cihekî aram ji bona tevahiya xelkên Iraqê ku bi sedema dagîrkirina navçeyên wan, hatine koçberkirin û berê xwe dane Herêma Kurdistanê.”
Konsolê giştî yê Filestîn li Hewlêrê got: “Kurdistanê deryê xwe ji xelkê biyanî re jî vekiriye, niha 93 malbatên Filestînî li vir hene, ku hejmara wan dighê 365 kesî û li Herêma Kurdistanê cîh ji wan re hatiye çêkirin, hemû pêdviyên bicîhbûnê ji wan re hatiye berdest kirin û ew niha di rewşeke baş û bi aramî dijîn.”
Nezmî Hizûrî herwiha got: “Herêma Kurdistanê cihekî arame ne tenê ji bo penaberên Filestînî, lê belê ev de cihekî arame ji bona tevahiya Iraqî û Ereban.”




