Navê BDP bû Partiya Herêman a Demokratîk-DBP

Ajans-KDP.info-Dê sêyemîn kongreya BDPê de navê partiyê hat guhertin bû “Partiya Herêman a Demokratîk-DBP”. Di kongreyê de hevserokên nû jî hatin hilbijartin.
Di sêyemîn kongreya asayî ya BDPê de ku doh, 12/7/2014 li paytexta Tirkiyê, Enqerê, bi dirûşma 'Bi xweseriya demokratîk re em jiyana azad ava dikin' pêk hat, raporên xebatê û malî hatin xwendin û hatin erêkirin.
Piştre nav hat guhertin û navê Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) bû Partiya Herêman a Demokratîk (DBP).
Emîne Ayna û Kamûran Yûksek jî wek hevserokên nû yên DBPê hatin hilbijartin. Hevserokên berê yên BDPê, Selahedîn Demîrtaş û Gultan Kişanak bûn ku Demîrtaş niha hevserokê HDPê û Kişanak jî hevşaredara Amedê ye.
Di mijara guhertina amblemê de jî, ji komîsyonekê re erk hat dayîn, paşê rêveberiya nû ya Meclîsa Partiyê hat diyarkirin.
Berî niha parlamenterên BDPê li ser daxwaza Ocalan tevlî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn.
Biryar bû roja 08.06.2014 BDPê kongreya xwe lidarxistiba, lê di wê demê de birayr hatibû dayîn ku ew kongre heta roja 15 hezîranê bê paşxitin, lê di wê demê de jî bo cara 3yem hatibû paşxistin û doh hat li dar xistin.




