Serok Barzanî bo alîkarê cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka: Em ji biryara mafê çarenivîsê poşman nabin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji alîkarê cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Brett McGurk re got: “Kurd amade ne hevkariya rastkirina proseya siyasî ya Iraqê bikin, lê ji biryara mafê xwe yê çarenivîsê poşman nabin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Selahedîn pêşwazî li alîkarê cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarê Iraqê Brett McGurk û şanda pê re kir. Di hevdîtinê de rewşa niha ya ewlekarî û siyasî ya İraqê hat nirxandin.
Brett McGurk nîgeraniya welatê xwe li beramber rewşê û bihêzbûna ‘terorîstan’ anî ziman û hêvî kir bi hevkariya hemû aliyan û di zûtirîn dem de Iraq ji vê krîza ku ketiyê derkeve. Herwiha pesnê rola Herêma Kurdistanê di parastina navçeyê û hewandina wê hejmara zêde ya koçberan de kir.
McGurk wiha axifî: “Em amade ne hevkariya rastkirina proseya siyasî û pêkanîna hikûmeteke berfireh bikin ku hemû pêkhateyên Iraqê têde beşdar bin, bi awayekî ku dawî li paşguhxistina aliyan û binpêkirina destûrê were û hemû pêkhate xwe xwediyê hikûmetê bibînin û pêgeha Kurdistanê jî bihêztir bibe.” McGurk tekez kir ku hemû hevkariyeke Amerîkayê bo Iraqê bi rastkirina proseya siyasî ve girêdayî ye.
Li beramber Serok Barzanî jî got: “Me di 10 salên borî de gelekî hewl da ku proseya siyasî û demokrasî li İraqê biserkeve, lê mixabin ji ber siyaseta xelet, yekalî û paşguhxistina destûr û rêkeftinnameyan rewş roj bi roj xirabtir bû û tişta niha jî diqewime derencama wê siyaseta xelet e, lê ji dêlva li xeletiyên xwe mikur bên û hewl bidin rewşê çareser bikin bi çêkirina tohmetan ve mijûl in.”
Serok Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê amade ye hevkariya rastkirina proseya siyasî ya İraqê bike û axaftina xwe wiha qedand: “Lê di heman demê de emê li ser karkirina biryara mafê çarenivîsa gelê Kurdistanê berdewam bin, paşde gavan navêjin û ji vê biryarê poşman nabin.”




