26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Usame Nocifî: Gelê Kurd gelek mirov dost û xêrxwaz û xwedan moral û prensîbên bilinde

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî û Usame Nocifî rewş û pêşhatên dawî yên siyasî û ewlekarî yên Îraqê nirxandin û balk kêşandine ser îdare kirina şaş ya Îraqê û hewriha hewldanên Malikî bo weşartina siyasetên xwe yên şaş û tawanbar kirina Kurdistanê bo weşartina wan şaştiyan.

 

Îro 10-7-2014 Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwaziya Serokê lîsteya Mutehêdûn Usame Nocifî û heyeteke pê re kir.

 

Di destpêka hevdîtinê de Nocifî li ser navê xwe û heyeta pê re jiber hevkarî kirin û piştgîrîkirina Penaberan sipasiya hikûmet û gelê Kurdistanê kir û got: “Gelê Kurd gelek mirov dost û xêrxwaz û xwedan moral û prensîbên bilinde.”

 

Di berdewamiya hevdîtina han de Serok Barzanî û Nocifî behsa rewş û pêşhatên dawî yên siyasî û ewlekarî yên Îraqê kirin û balk kêşandine ser îdare kirina şaş ya Îraqê û hewriha hewldanên Malikî bo weşartina siyasetên xwe yên şaş û tawanbar kirina Kurdistanê bo weşartina wan şaştiyan.

 

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de her du alî behsa çawetiya çareser kirina qirîza heyî û ektîftir kirina prosesa siyasî ya Îraqê kirin.

 

Nûçeyên têkildar