26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Me biryara xwe daye û em paşde venagerin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Kurdistanê bi nûner û Konsolên welatên biyanî yên li Kurdistanê re civiya û di wê civînê de ragihand ku emê hewldanên xwe yên bo diyarkirina çarenivîsa Kurdistanê berdewam dikin û Parlementoya Kurdistanê jî di vê warî de tevahiya tedbîrên pêwîst digire ber û em di vê warî de bi ti awayî gavek paş de navêjin û gelê Kurdistanê jî bo çarenivîsa xwe ji ti kesekî destûrê wernagire.

 

Îro li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bo giftûgo kirin li ser rewşa dawî ya Îraq û Kurdistanê li gel nuner û Konsolosên welatên biyanî yên li Kurdistanê de civiya.

 

Di destpêka civîna han de Serokê Kurdistanê bixêr hatine mêwanan kir û pişt re jî peyvek pêşkêş kir û behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê û herwiha çawetiya bihêzbûna terorîstan li Îraqê kir û got: “Bihêz bûna terorîstan li Îraqê metirsiyeke geleke mezine û lazime civaka navnetewî bi awayekî hevbeş li dijî terorê hewl bibe û niha terorîst karîne ji Reqaya Sûriyayê heta nêz Bexdayê navçeyeke gelek berfire bixin bin destê xwe.”

 

Serokê Kurdistanê her di vê derbarê de ve yek eşkere kir ku 6 meh beriya wan bûyerên Mûsilê me hikûmeta Îraqê ji metirsîdar bûna rewşa Mûsilê hayedar kir lê Serokwezîrê Îraqê û Rayedarên din yên Îraqê ev yek bicidî wernegirtin.

 

Serok Barzanî got: “Malikî piştî şikesta xwe, siyasetên xwe û artêşa Îraqê hewl dide ev şikesta han weşêre lewre bi her awayî hewl bo tometbar kirina Kurdistanê bi tometên dûr ji rastî û bê esas dide lê ya rast ewe ku sedema sereke ya têkçûna rewşa Îraqê Malikî bo xwe ye.”

 

Serok Barzanî herwiha anî ziman ku ev çend sale em behsa çê bûna derfetê bo wegerandina dîktatoriyetê bo Îraqê û aloz bûna rewşa Îraqê dikin û aliyên têkeldar hayedar dikin lê tikesek goh nade gotinên me û niha jî kêşeya Îraqê ne kêşeya takekesekiye belku kêşeya îdare kirin û birêvebirina welate.

 

Derbarê gef û tometên Nûrî Malikî yên derbarê hikûmeta Kurdistanê de jî Serok Barzanî got: “Her kes heta Malikî bo xwe jî dizane ku Hewlêr hertim wargeha wan welatiyan bûye ku rastî karesat û terajidiyan hatine û wargeheke aram bûye bo wan kesan ku ji destê dîktatoriyeta Îraqê reviyan bû û niha jî zêdetirî yek miliyon û 200 hezar kesên din jî weke Penaber li Kurdistanê de dijîn, Malikî di şûna ku erkên xwe cîhbicîh kiriba û spasiya Kurdistanê jî kiriba û li dor çawetiya hevkarî kirina wan Penaberan li gel Kurdistanê de giftûgo kiriba, dest bi gef xwarin û tometbar kirina Kurdistanê kiriye.”

 

Serok Barzanî wisa axaftinên xwe doman: “Jiber siyasetên şaş yên Malikî niha beşek ji sê beşên axa Îraqê û herwiha çek û cebelxaneyên şeş lîwayên artêşa Îraqê ketiye destê terorîstên DIŞIê û ji bilî vê jî sune û şîiyên liberal ji prosesa siyasiya Îraqê hatine dûrxistin.”

 

Derbarê îdîayên Malikî de ku gotiye Kurdistan Îraq parçe kiriye, Serok Barzanî got: Îraq jiber girêdayî nebûna hikûmeta Bexdayê bi destûra bingehîn, siyasetên şaş û dîktatorane yên Malikî û herwiha perawêz xistina pêkhateyên din di nava prosesa siyasî û îdare kirina Îraqê de parçe bûye û Kurdistanê bo parçe kirina Îraqê ti hewlek nedaye, di nava destûra Îraqê de bi eşkere hatiye nivîsandin ku girêdayî bûn û cîhbicîh kirina destûra Îraqê merca sereke ya parastiya yekîtiya Îraqê ye lê bi dehan nimûne û mînakên berçav û girîng di destê me dene ku Bexda netenê destûr cîhbicîh nekiriye belku destûr bipêjî kiriye.”

 

Derbarê helwesta Kurdistanê ya li hember rewşa nû ya Îraqê de jî Serok Barzanî got: “Di nava 10 salan de me gelek rê û rêbazên curbicur cerbandin ku emê ligel Îraqê de bihevre bibîn lê siyasetên şaş û îdare kirina şaş derfet neda ev hewldanên han serkevin lewre piştî rûdawên Mûsil û derdorê Kurdistanê niha em li ser du rêbazan kar dikin, yek ji wan rêbazan ewe ku hevkariya Şîi û suneyan dike daku kêşeyên xwe çareser bikin û ya din jî eve ku emê hewldanên xwe yên bo diyarkirina çarenivîsa Kurdistanê berdewam bikin û Parlementoya Kurdistanê jî di vê warî de tevahiya tedbîrên pêwîst digire ber û em di vê warî de bi ti awayî gavek paş de navêjin û gelê Kurdistanê jî bo çarenivîsa xwe ji ti kesekî mohletê wernagire.”

 

Derbarê rewşa Kerkûkê û ev navçeyên din ku dikevine çarçoveya madeya 140 de Serok Barzanî anî ziman ku “niha hêzên pêşmerge bo parastina axa Kurdistan û şîniyên wan deveran, li wan sînor û navçeyan de hatine bicîhkirin û ev hêzên han bi ti awayî ji cêha xwe dernakevin û vê şîniyên wan deveran jî di refrandomekî de biryara xwe bidin ka gelo ligel Kurdistanê dibin ya ligel aliyeke din de û em rêz ji îrade û xwesteka şîniyên wan deveran jî digirin û hewl didin ku Kerkûk bibe nimûne û navenda bihevre jiyaneke serdemiyane ya tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî.”

 

Nûçeyên têkildar