Wezîrên Kurd tevlî ti civînên Encûmena Wezîrên Iraqê nabin

Bexda-KDP.info- Cîgirê Serokwezîrê Iraqê, Dr, Roj Nûrî Şawês, di kongreyeke rojnamevanî de ragihand: Em tevlî ti civînên Encûmena Wezîrên Iraqê nabin, ev yek jî wek helwestekê li hember daxuyaniyên serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî li dijî Herêma Kurdistanê, ji ber ku gotinên wî dikevin xaneya gefan.
Piştî ku Serokwezîrê kar bi rêkir ê Iraqê Nûrî Malikî di gotara xwe ya heftane de ku duh li Bexdayê pêşkêş kir û gotiye ku “ew ranawestin heta ku hemû navçeyên ku ji bin destê wan hatine derxistin, vegerînin”. Herwiha gotiye ku “ew nikarin li hember wê yekê bêdeng bin ku Hewlêr bibe cihê terorîstan”, îro wezîrên Kurd wek helwestekê li hember daxuyaniyên serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî li dijî Herêma Kurdistanê, biryar dan ku tevlî ti civînên Encûmena Wezîrên Iraqê nabin.
Dr. Roj Nûrî Şawês got: “Pêwîste rêz li xuyna Pêşmergeyên Kurdistanê bê girtin, ku rojane ji bona azadî û dîmokrasiyê tê riştin.”
Cîgirê Serokwezîrê Iraqê, zêdetir got: “Baştirîn çareser ji bo rizgarkirina Iraqê ji vê qeyranê, vegerandine bo rêkeftinên siyasî.”




