CHPê: Em piştgiriya çareserkirina pirsa Kurdî dikin

Enqere-KDP.info-Serokê giştî yê CHPê derbarê çareserkirina pirsa Kurdî li Tirkiyê ragihand: Em piştgiriya çareserkirina pirsa Kurdî dikin, lê bi wê mercê ku nebe sdema perçekirina Tirkiyê.
Serokê giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) ya Tirkiyê, Kemal Kiliçdaroglo, di xeleke kenala HaberTRT de ragihand ku “partiya CHPê bi hemû hêza xwe piştgiriya çareseriyeke aşîtiyane ji bo pirsa Kudî dike û berî niha jî CHPê ji bona vê yekê çendîn raport û piroje pêşkêş kirine.”
Kemal Kiliçdaroglo got jî: “Em bi yek şert û merc piştgiriyê li qonaxa çareserkirina pirsa Kurdî dikin, ew jî ewe ku divê ew çareseriye nebe sedem ji bo perçekirina Tirkiyê û damezrandina dewleta Kurdî li tirkiyê.”
Serokê giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) ya Tirkiyê herwiha diyar kir ku “eger Tirkiyê perçe bibe û dewleta Kurdî li Tirkiyê bê damezrandin, dê CHPê raje çekan û sere çekdarî bik.”




