ENKSê qedexekirina vegera Îbrahîm Biro ji aliyê PYDê ve şermezar kir

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) qedexekirina vegera sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê Îbrahîm Biro bo Rojavayê Kurdistanê, şermezar kir.
Sekreteriya giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand: “Roja duşemê 7/7/2014 asayişa deriyê Sêmalka bi hênceta ku biryara fermandariya giştî ya asayişê heye, nehişt sekreterê Partiya Yekîtî derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe”.
Di daxuyaniyê de, sekreteriya giştî ya ENKSê tevî şermezarkirina wî karî, got ku “ev karên wiha nakokiyên heyî yên di navbera her du encûmenên kurdî li Rojavayê Kurdistanê de zêdetir dikin”.
Ji aliyekî dî ve, ENKSê nameyek ji encûmena yasadananî ya rêveberiya xweseriya demokratîk a kantona Cizîrê wergirtiye ku derbarê xizmta leşkerî ya icbarî de ye. Sekretariya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) wê îro pêncşemê li Qamişlo bicive.
Li gor agahiyan, sekretariya ENKSê dê bicive û vê nameyê û mijara leşkerkirina icbarî gotûbêj bike û helwesta xwe derbarê vê yekê de aşkere bike.




