Serokatiya Kurdistanê: Axaftinên Nûrî Malikî bê bingeh in û ew bi hîstiriyayê ketiye

Hewlêr-KDP.info-Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî bersiva daxuyaniya Nûrî Malikî da û ragihand ku Malikî kesekî bi hîstiriyayê ketiye û balansa xwe jidest daye û hemû hewlên xwe dike da ku şikestinên xwe bixe stûyê xelkê din de.
Serokwezîrê kar bi rêkir ê Iraqê Nûrî Malikî di gotara xwe ya heftane de ku duh li Bexdayê pêşkêş kir dibêje ku “ew ranawestin heta ku hemû navçeyên ku ji bin destê wan hatine derxistin, vegerînin”. Herwiha got ku “ew nikarin li hember wê yekê bêdeng bin ku Hewlêr bibe cihê terorîstan”.
Di vê barê de berdevkê serokatiya Herêma Kurdistanê, Omêd Sebah di daxuyaniyekê de bersiva van gotinên Malikî de û got: “Di axaftinên Nûrî Malikî de me hinek tohmetên bê bingeh bihîstin ku xistine sitoyê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê. Dema em li van axaftinên Malikî difikirin digihin wê encamê ku ev kesê han bi nexweşiya hîstiriyayê ketiye û hevsengiya-tewazûna xwe wenda kiriye.”
Di daxuyaniyekê de hatiye: “Em li vê de ji Nûrî Malikî re radighînin ku cihê şanaziyê ye li cem Kurdistaniyan ku Hewlêr her dem penageha hemû xelkê sitemlêkirî bû û penageha te jî bû, dema ku tu ji dest dêktatroê berê reviya bû û niha jî xelik ji destê dêktatoriya te hatiye Hewlêrê.”
Herwiha Serokatiya Herêma Kurdistanê ji Mlaikî re tekez kir ku: “Hewlêr ne cihê xelkê wek DAÎŞê ye, cihê DAÎŞan li cem te ye. Her ti bûyî, te axa Iraqê û kelûpelê 6 firqeyên Artêşa Iraqê da dest DAÎŞê. Te ceneralên kevin ên Baesî li derdora xwe kom kirin û nikarîn yek demjimêrê jî bergiriyê bikin.”
Di daxuyaniyê de jî hatiye ku nih Malikî “Çawa û bi çi rûyî tê û li ser ekranan ti axife, tenê em ji te re dibêjin daxwaza lêborînê li gelê Iraqê bike û kursiyê xwe bi cih bihêle ji ber ku te welat wêran kiriye û kesê ku welat wêran dike nikare wê ji krîzan rizgar bike.”




