Parêzgarê Dihokê: Divê UN zêdetir bi rola xwe ji bo hevkariya penaberên li Dihokê rabe
__2014_07_09_h19m26s59__BA__2014_07_09_h23m4s14__SR.jpg)
Dihok-KDP.info- Şandeke UN bi serokatiya Caklîn Batkon cîgira şanderê sekreterê giştî yê UN li Iraqê, îro serdana parêzgeha Dihokê kir û ji aliyê parêzgarê Dihokê ve hat pêşwazî kirin û her du aliyan behsa rewşa penberên Rojavayê Kurdistanê li kampa Domîz kirin û pêdvî û kêmasiyên vê kampê gengeşe kirin.
Di civîna navbera parêzgarê Dihokê û cîgira şanderê sekreterê giştî yê UN li Iraqê de behsa karê avakirina kampên Baedrê û Til Sîn û Berdiye û qonaxên hat kirin, û kar û pêdviyên bi dawîanîna van kampan jî beşek din yaw ê civînê bû, herwiha tekez li ser lezayetiyê di karê avakirina wan kampan de hate kirin.
Parêzgarê Dihokê, Ferhad Emîn, bo şanda navhatî diyar kir ku divê UN baştir û bi bandor tir rolê xwe bibîne di hevkarîkirina Parêzgeha dihokê de ji bona kêmkirina kêmasiyên penaber û koçberan û piştgîrîgirina wan.
Dîsan cîgira şanderê sekreterê giştî yê UN li Iraqê Caklîn Batkok, pesna rola hikûmeta Herêma Kurdistanê da, di ware hevkarîkirina penaberên Rojavayê Kurdistanê û koçberên din yê parêzgehên Iraqê, Batkok herwiha berheviya xwe bo dabînkirina pêdviyên van penberan diyar kir weku xwarin û pêviyên nav malê.




