Dîplomatekî Nemsawî: Li Sûriyê û Iraqê wê Kurd serbikevin

Hewlêr-KDP.info- Nivîskar û dîplomatê navdar ê Nemsawî, Lord Weidenfeld dibêje wê aloziya li Rojhilata Navîn bi kêrî Kurdan were.
Di gotara xwe ya ji bo rojnameya Elmanî “Die Welt” de Weidenfeld dinivîsîne ku “li Iraq û Sûriyê Kurd di aliyê aborî û siyasî de serbixwe dibin û ewê ji vê tevlîheviya Rojhilata Navîn serkeftî derkevin”.
Nivîskar di gotara xwe de balê dikşîne ser perçekirina Kurdistanê û dibêje “niha hebûna Iraq û Sûriyê ji ber tehdîdên derve û hundir di metirsiyê de ye”.
Lord Weidenfeld dide zanîn ku wê ji ber vê aloziya ku çêbûye 5- 6 milyon kes bibin penaber û rojavayeke ku ji şer westiyaye û mirovekî bê biryar li Koşa Spî dihêlin ku ev pirsgirêk ji hedê xwe dirêjtir bibe.
Li gora wî nivîskarî, di nava vê rewşa aloz de kêm alî hene ku wê mifayê bibînin û aliyek ji wan jî Kurd in.




