26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Demîrtaş: Eger di sînorê Tirkiyê de Kurdistanek bê damezrandin emê qebûl bikin

Çavkanî: KDP.info

Tirkiyê-KDP.info-Namzedê serokomariya Tirkikê û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku eger di sînorê Tirkiyê de Kurdistanek bê damezrandin bêguman ewê qebûl bikin.

 

Namzedê HDPê ji bo serokomariya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş ragihand ku “ji bilî perçebûna Tirkiyê çare pirin, yê sereke azadiya gelan e û eger di sînora Tirkiyê de Kurdistanek bê damezrandin bêguman ewê qebûl bikin”.

 

Demîratş di hevpeyvîneke telefîzyona CNN a tirkî d, derbarê axaftina Erdogan de ku “eger ew bibe serokomar ewê bêalî nebe” got ku “kesê bibe serokomar pêwîste dest ji partiya xwe bikşîne û bibe serokomarê her kesî, lê pêwîste destûra bingehîn bê guhartin û bi hûrî desthilata serokomar bê diyarkirin”.

 

Selahedîn Demîratş anî ziman ku “çareseriya pirsgirêkên Tirkiyê di demokrasiya radîkal de ye”. Demîrtaş li ser pirsa ku ewê di tora duyem de bazarê li ser dengên ku wergirtine bike de got “Ez ti carî ti bazarê nakim û ezê nekim jî”.

 

Hevserokê HDPê destnîşan kir ku eger ew bibe serokomar “ewê desthilata herî mezin bide gel û desthilata serokomar kêm bike û desthilata encûmenên gel zêde bike”.

Nûçeyên têkildar