Mesrûr Barzanî: Hêvîdarim civaka navdewletî wek welatekî serbixwe Kurdistanê nas bikin

Hewlêr-KDP.info-Mesrûr Barzanî di hevdîtinekê digel rojnameya VG ya Nerwêjî de bal kişand ser rewşa Iraqê, bi taybetî qonaxa piştî bûyerên Mûsilê û hêvî xwest ku civaka navdewletî wek welatekî serbixwe Kurdistanê nas bikin.
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê sedema serekî ya têkçûna rewşa Iraqê, hi rojnameya VG ya Nerwêjî re diyar kir ku pabendnebûna hikûmeta Iraqê bi destûr û rêkeftinên hevbeş li desolate yek ji fakterên sereke yên vê rewşê ye ku berdewamiya piştguhkirina aliyên siyasî û vemana desolate di destê kesekî de bûye sedema çêbûna hikûmeteke tayîfî.
Mesrûr Barzanî di bersiva pirsyarekê de derbarê çekdarên biyanî li nava DAIŞê dibêje çekdarên li nava DAIŞê , destpêkê ji bo şerkirin li Sûriyê hatine û niha jî berê xwe dane Iraqê.
Her derbarê hebûna welatiyên Nerwêjî li nava refên DAIŞê, Mesrûr Barzanî dibêje zanyariyên diyarkirî li ber destê me de nînin, ji ber ku piraniya wan terorîstan nasnameyên xwe guhertine.
Herwiha Şêwirmendê Encûmena Asayişa Kurdistanê, amaje bi faşilbûna dewleta Iraqê û gendelî û nebûna pêdawîstiyên serekî û hebûna bi milyonan koçber li navxwe û derve kir.
Derbarê metirsiyên DAIŞê ji bo ser Herêma Kurdistanê jî dibêje DAIŞ tenê hereşe nîne bo ser kurdistanê, lê belê gefe bo ser tevahiya civaka navdewletî heye, DAIŞ xwedî artêş û pere û toreke berfirehe ji bo hejandina paytextên Ewropayê, ji ber bê şiyana artêşa Iraqê, me sînorekî hevbeş bi dirêjahiya hezar kîlomitran digel dewleteka terorîstan heye.
Mesrûr Barzanî, derbarê dîfaktobûna dewleta Kurdistanê jî dibêje: “Kurdistan dûrgeheka aramî û seqamgîriyê ye li nav deryayeke nearam de, me asayişa welatê xwe bi dest xistiye û di warê abûrî de jî embaştirin ji Iraqê, tevî vê abloqeya darayî ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bi ser Herêmê û gelê Kurd de hatiye sepandin.”
Derbarê serxwebûna Kurdistanê danepêdanên navdewletî jî, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî, dibêje: “Hêvîdarim civaka navdewletî wek welatekî serbixwe Kurdistanê nas bikin, piştî vê yekê ku Gelê Kurd biryara xwe bide.”




