26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ebdulhekîm Beşar car din bû cîgirê serokê hevpeymaniya Sûriyê

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info-endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûriye (PDK-S) Ebdulhekîm Beşar car din wek cîgirê serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê hat hilbijartin.

Di hilbijartinên serokatiya hevpeymaniyê de ku şeva sêşemê birêveçûbûn, Ebdulhekîm Beşar ku yek ji nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê di hevpeymaniyê de ye ji bo posta cîgirê serokê hevpeymaniyê hat hilbijartin û Hadî el-Behra jî bû serokê nû yê hevpeymaniya opozîsyonê.

Di heman hilbijartinan de, Hadî el-Behra ku namzedê “Grûpa Demokratan” a ser bi serokê berê yê hevpeymaniyê Ehmed Asî Cerba bû, weke serokê nû yê hevpeymaniya opozîsyonê hat hilbijartin.

Ebdulhekîm Beşar ku endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûriye (PDK-S) ye di xola borî de jî her cîgirê serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê bû.

 

Nûçeyên têkildar