25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Em ji mafê xwe yê çarenivîsê paşde venagerin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Serok Barzanî, peyamek pêşkêşî gelê Îraqê kir û tê de ragihand ku gelê kurd ji mafê xwe yê  paşde venagere, herwiha tekez dike kuew weke Kurdistan bi ti awayî nabin beşek ji alozî û şerê heyî ya li Îraqê lê li gor îmkan û derfetên xwe hewl bo çareserkirina wan aloziyan didin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di peyamekê de ragihand, kurd ji mafê xwe yê referandoma ragihandina serxwebûnê paşde venagere.

Îro Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê rewşa dawî ya Îraqê de peyamek pêşkêşî gelê Îraqê kir û ragehand ku parastina yekparçeyiya Îraqê di vê pêvajoya hesas de girêdayî bi cîhbicîh kirin û parastina berejwendiyên tevahiya pêkhateyên Îraqê û herwiha baştirkirina rewşa jiyana siyasî û cîhbicîhkirina şeriyeta her sê desthilata ye.

Serok Barzanî di beşeke din ya peyama xwe de eşkere kiriye ku rijdbûna Malikî bo wergirtina postê Serokwezîriya Îraqê her çend ku her kes li dijî vê yekê ye jî pêngaveke gelek xirabe û bandoreke nebaş li ser rewşa Îraqê bi giştî dike.

Serok Barzanî got: “Îraq niha di nava pêvajo û rewşeke gelek hesas deye û merca sereke ya bi yek parçeyî mayîna Îraqa nû cîhbicîhkirina destûr û daxwazên reva yên tevahiya pêkhateyên Îraqê ye û pêwîste ji bo pêşî girtin ji takrewî di warê desthilatdariyê de mekanîzmeke goncav were danîn û bo vê yekê jî pêwîste tevahiya hêz û aliyên siyasî yên Îraqê pêşengî bikin û lazime pêşengiya wan bi awayekî be ku bikarêbe bersiva daxwazên îro bide.”

Serok Barzanî wisa axaftinên xwe doman: “Niha hin alî li Îraqê de dixwazin ku şaştiyên xwe veşirên û sedema wan aloziyan bixin stuya Kurdan, em wek Kurd di qonaxên xebata xwe de ligel tevahiya aliyên Îraqî li dijî pergala dîktatorî bûne û yek roj gomana me ya li hember tekez kirin li ser mafê me yê bo diyarkirina çarenivîsa xwe nebûye û di wan serdeman de di nava bernameya opozîsyona Îraqê de jî îêtiraf bi mafê çarenivîsê hatibû kirin bi taybetî ji aliyê part û aliyên siyasî yên şîi ve.”

Serok Barzanî got: Hinek kes dixwazin tovê duberetiyê li Iraqê biçînin û dixwazin bi hêcetên cuda xelkê li dijî kurdan tehrîk bikin û ji bona vê jî dest bi kampanyaya reşkirinê li hember gelê kurd kirine û sazî û pereyê dewletê li dijî kurdan bikar tînin.”

Serokê Kurdistanê dibêje: “Eger Nûrî Malikî li ser sêyemîn serokwezîriyê rijd be wê demê Iraqê ber bi serbejêriyê ve diçe û ti kes jî nizane ka dê çi bi serê Iraqê were û ti biryarek jî Iraqê venagerîne ser rewşa berê. Malikî her dem destûr binpê kiriye lê em dixwazin bînin bîra wî ku bendek destûrê bi awayekî eşkere behsa wê dike ku pêbendiya bi destûrê yekitiya xak û gelê Iraqê garantî dike lê yê ku destûr binpê kir bila loma li xwe bike çimkî me bi salan daxwaza bicîhanîna bendên destûrê kir.”

Serokê Kurdistanê dibêje: “Di serdema rejîma Sedam de jî di encama xebat û têkoşan û qurbanîdana gelê Kurd de hebûna Kurdistanê weke devereke nîmçe serbixwe xwe selmandibû û Kurdistan di wan serdeman de jî himêza xwe bo hijmareke part û aliyên siyasî yên vê demê ên Îraqê vekiribû û li gor îmkan û derfetan jî hevkariya opozîsyona vê demê ya Îraqê dikir.”

Serokê Kurdistanê dibêje: “Piştî hilweşandina rejîma Besê di sala 2003an de bi awayekî ektîv me beşdariya boniyadnana Îraqa nû kir û me li ser destûra nû ya Îraq û heykela siyasî ya proseya siyasî a Îraqê lihev kir û di qonaxên dawî anjî di demên piştî damezrandina hikûmeta nû ya Îraqê heta îro me weke Kurdistan hertim li gor destûra nû ya Îraqê yaku tevahiya aliyên siyasî li ser pêk hatibûn tevgeriyan û me ti karek nekir ku li dijî ev destûra han be. Lê dema Malikî desthilat girte dest dest bi meşandina siyasetên takrewane û destûr, şeraketa rastîn û tewafoqa nîştimanî xiste aliyekî û bi vê rengî hêdî hêdî Îraq ber bi kirîzeke gelek metirsîdar ve bir.”

Serok Barzanî dibêje: “Li hember de me weke her car tekez li ser bihevre jiyan û yekîtiya Îraqê di çarçoveya destûra nû de kir û me piştîgriya Îraqeke fedral û demokratîk kir û bi eşkere me ev yek eşkere kir ku ti careke din em ne amadene ku vegerin ser çarçoveya yekem, lê mixabin hin aliyên Îraqî jî hertim hewl bo berevajîkirina daxwazên me daye û tekez li ser vê yekê dikin ku Kurd dixwazin ji Îraqê veqetin, lê ev û desthilatdarên navend jibîr kirine ku Kurd hertim tekez li ser cîhbicîhkirina destûr û peymanên îmzekirî yên di navbera part û aliyên siyasî de kiriye û cîhbicîhkirina destûr bo me merca sereke ya parastina yekparçeyiya Îraqê bûye.”

Serok Barzanî di beşeke din ya peyama xwe de tekez li ser vê yekê kiriye ku “rewşa niha ya Îraqê û ev tiştên ku qewmîne û wê di pêşerojê de jî biqewmin encamên siyasetên Malikî yên bo binpêkirina destûra bingehîn ya Îraqê ye. Beriya dagîrkirina Mûsil û derdorê ji aliyê DAŞIê ve me Malikî ji metirsiyên heyî agehdar kir lê mixabin Malikî şîretên me cidî wernegirt û siyasetên xwe domand û rewşa Îraqê gehêşte îro.”

Serok Barzanî dibêje: “Di rewşa niha ya Îraqê de jî em bi ti awayî piştgîriya teror û terorîstan nakin lêbelê weke hertim piştgîriya maf û daxwazên welatiyên sune dikin, me pîştir jî piştgîriya maf û daxwazên pêkhateyên din yên Îraqê jî kiriye û niha jî li ser vê siyaseta han berdewamin.”

Herwiha Serok Barzanî dibêje: “Me hertim gotiye û niha jî dubare dikin ku em weke Kurdistan bi ti awayî nabin beşek ji alozî û şerê heyî ya li Îraqê lê li gor îmkan û derfetên xwe hewl bo çareserkirina wan aloziyan didin.”

Serok Barzanî dibêje: “Gelê Kurd, Parlemnto û serkirdayetiya xwe dixe pêşiya berpirsyaretiyeke dîrokî ji bo diyarkirina rêya çarenivîsa xwe, û ew çawa dibînin baş ji bo parastina mafê wan dê li ser karbikin, Kurd ji mafê xwe yê çarenivîsê paşde venagere, referandûma mafê gelê Kurd e.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di dawiya nameya xwe de jî dibêje: “Berpirsyariya paşeroja Îraqê di stoyê wan kes û aliyan de ye ku dixwazin İraqê parçe bikin û xelkê wê rûbirûyê corekî nû yê dîktatoriyetê bikin.”

Nûçeyên têkildar