26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Davûtoglu: Mitînga Erdogan û Serok Barzanî li Amedê yek ji bûyerên herî girîng ên sedsalê bû

Çavkanî: KDP.info

Tirkiyê-KDP.info- Wezîrê Derve yê Tirkiyê diyar kir, Mitînga serokwezîr Erdogan û Serok Barzanî li Amedê, yek ji bûyerên herî girîng ên sedsalê bû. Davûtoglu, her wiha ragihand, yên ku dixwazin li Iraq û Tirkiyê şerê kurd û tirk derbixin dê biser nekevin.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu, di kanala “Skyturk 360” de got: "Em dixwazin li gor destûra bingehîn a Iraqê neft û gaza Bakûrê Iraqê (Herêma Kurdistanê) derbasî bazarên dinyayê bikin. Rêya vê hatiye vekirin û dê ev berdewam bike. Bi vî awayî dê rewşa gelê Iraqê baş bibe. Ev ji bo paşeroja Tirkiyê jî baş e. Cînarên Tirkiyê xwediyê çavkaniyên dewlemend ên enerjiyê ne li cem me jî kêmasiya enerjiyê heye. Divê em vê valahiyê tijî bikin û çavkaniyên derdorê ji ser Tirkiyê re ragihînin dinyayê." 

 

Davûtoglu destnîşan kir ku dê hêviyên kesên ku dixwazin li Iraq û Tirkiyê şerê tirk û kurd derbixin vala derkevin û got ku pêvajoya çareseriyê him siyaseta nav welêt e û him jî ya derveyî welêt e, polîtîkaya Tirkiyê ya Herêma Kurdistanê jî bi heman awayî ye, him siyaseta nav welêt e û him jî ya derveyî welêt e.

 

Davutoglu wiha axivî: "Mitînga ku Serokwezîrê me li Amedê bi Mesûd Barzanî re kir yek ji bûyerên herî girîng ên sedsalê bû. Berpirsiyariya yekîtiya Iraqê beriya her tiştî di destê Bexdayê de ye. Bûdce û mûçeyên herêma kurdan nehatine dayîn. Em çawa dikarin behsa yekîtiya neteweyî bikin. Em her dem dibêjin, ji bo kurdan biryara herî baş yekîtiya Iraqê ye û ev ji bo me girîng e." 

Nûçeyên têkildar