Li Dihokê zêdeyî 730 hezar dolar bo Hêzên Pêşmerge hatin komkirin

Dihok-KDP.info- Cîgirê parêzgarê Dihokê Behzad Elî Adem diyar kir ku bi hevkariya Yekîtiya Belênderan û Odeya bazirganiyê ya Dihokê zêdeyî 730 hezar dolar hatin komkirin û bi wî gujmê pereyan pêdiviyên Pêşmergeyan li eniyên berevanîkirinê li mihwerê rojavayê Dîcle û mîhwerê Bşîkê hatin dabîn kirin.
Îro cîgirê parêzgarê Dihokê serperiştiya civînekê ligel lîjna komkirina hevkariyan û kirîna pêdviyên Pêşmergeyan li eniyên berevanîkirina sînorên Herêma Kurdistanê bi giştî hate kirin.
Piştre berhevbûyan kar û çalakiyên lîjneyê berçavkirin, piştre jî pirêskonfiransek hate sazkirin û cêgirê parêzgeha Dihokê û endamên lîjneyên zêdetir ronahî dan ser wan hevkariyên ku hatine komkirin.
Di kongireyeke rojnavevanî de cîgirê parêzgarê Dihokê Behzad Elî Adem diyar kir, ku “bi hevkariya Yekîtiya Belînderan û Odeya Bazirganî ya Dihokê 730 hezar dolar û 800 dolar û 26 melyon û 600 hezar dinar hatine komkirin û bi wê kujmê pereyan dê pêdviyên Pêşmergeyên li eniya berevaniyê li mîhwerê rojavayê Dîcle û mîhwerê Başîkê hatine dabînkirin.”
Herwiha cîgirê parêzgarê Dihokê amaje sipasiya hemû aliyekî kir û eşkere jî kir ku “ev piştevaniye bi erkekî neteweyî û niştîmanî da zanîn û hêvî xwest ku xelk berdewam bin li ser hevkariya pêşmergeyan, ji ber ku di demê tengaviyan de de civaka sivîl dikare role xwe yê niştîmanî û neteweyî baştir bibîne.”




