Kurdên Şebek dixwazin Pêşmerge wana biparêzin

Mûsil-KDP.info- Kurdên Şebek ku xwedî 56 gundin li parêzgeha Mûsilê, 45 gund ji wan di bin kontrola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de ne û ewên din jî, ku hijmara wan dighê 11 gundan daxwaz dikin Pêşmerge wana biparêzin.
Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê, Salim Cima Şebek, ji KDP.info re ragihand: “Tevî ku em sipasiyekî mezin bo Serokatiya Herêmê û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin û destxweşiyê li hêzên Pêşmerge dikin, em wek Şebek li vê navçeyê 56 gundên me hene, 45 ji wan ji aliyê birayên me yêm Pêşmergeve ewlekariya wan tên parastin, lê 11 gundên me êrîşên çekdarên DAIŞê li ser wane, ku rojane ciwanan direvînin û malên xelkê diteqînin û otombîlên wan, ji wan distînin, me daxwaz ji serokwezîr Nêçîrvan Barznî kiriye ku hêzên Pêşmerge wan 11 gundên din jî biparên.”
Salim Şebek got jî: “Me daxwaz kiriye ku 1000 kes ji me bên wergirtin û têkevin nava hêzên Pêşmergeyan, ji bo ku em jî bibin Pêşmerge û ewlekariya van navçeyan biparêzin.”




