26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDKê: Bi tu awayî pêwendiya Fazil Berwarî bi PDK re nîne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Jêderekî rojnamevanî ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDPê) raghand ku bi tu awayî pêwendiya Fazil Berwarî bi PDK re nîne û ew tenê efserekî artêşa Iraqê ye. Tekez jî dike ku kar û daxuyaniyên vî efserî pêwendî bi wî bi xwe û artêşa Malikî heye û li ser Kurdistan û PDKê nayê hesibandin.

 

Jêderekî rojnamevanî ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDPê) ji KDP.info re ragihand: “Ev demeke li hindek mîdya û dezgehên ragihandinên Kurdistan û Iraqê, navê Fazil Berwarî dînin ku berpirsê fiqeya Zêrînî ya hêzên Malikî ye, belav dikin, ku navhatî ser bi Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, li vêde ji hemû aliyekî re radighînin ku Fazil Berwarî bi tu awayî pêwendiya xwe bi PDK re nîne û û ew tenê efserekî artêşa Iraqê ye û kar û daxuyaniyên vî efserî pêwendî bi wî bi xwe û artêşa Malikî heye û li ser Kurdistan û PDKê nayê hesibandin.”

Nûçeyên têkildar