26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Ehmed Turk: Em li Kurdistanê dibin desthilat

Çavkanî: KDP.info
Hevserokê şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk

Bakurê Kurdistanê-KDP.info- Hevserokê şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk ragihand ku ew li Kurdistanê hêdî hêdî dibin desthilat û ewê ji bo xweseriya demokratîk li vê xakî pêkbîbnin û karên xwe berdewam bikin.

 

Ehmed Turk di civîna bi şanda parlamenter û serokên şaredariya welatê Nemsayê de got ku “gelê Kurd rizgar nebe gelê Tirk rizgar nabe û demokrasî nayê Tirkiyê, êdî siyaseta yek milet yek nijad û yek ziman dema wê boriye û êdî dem dema pêkanîna demokrasiya gelan e”.

 

Turk anî ziman ku “ev 30 sale gelê Kurd ji bo azadiya xwe tekoşînê dike û niha pêvajoyeke aştiyê tê meşandin û hêvî dike ku biserbikeve, lê ew tekoşîn ne li dijî gelê Tirk e lê li dijî siyaseta înkar û helandinê bû û niha dem hatiye ku ji nûve yekîtî û biratiya gelan bê lidarxistin”.

Nûçeyên têkildar