Navên namzedên serokomariya Tirkiyê bi fermî aşkere bûn

Ajans-KDP.info-Desteya Bilind a Hilbijartinê li Tirkiyê (YSK) navê namzedên ji bo serokomariya Tirkiyê bi fermî aşkere kirin.
YSKê namzedên hilbijartina serokomariyê li Tirkiyê îro danê sibê bi awayekî fermî li ser malpera xwe belav kirin.
YSKê di daxuyaniya xwe ya fermî de got ku îro biryar hat standin ku wê roja yekşemê 10ê tebaxê gera yekemîn ji hilbijartinên serokomariyê çêbibe û eger ti namzedek nikarî rêjeya ji 50 zêdetir bi dest bixe, ewê roja 24ê tebaxê gera duyemîn ji hilbijartinê bê meşandin.
Desteya Biilnd a Hilbijartinê li Tirkiyê da zanîn ku 3 namzedên rêkberiya hilbijartinên serokomariyê hene ku ew jî Receb Teyib Erdogan, Ekmeledîn Mihemed Îhsanoglu û Selahedîn Demîrtaş in.
AKPê serokwezîr Erdogan kir namzedê xwe, CHP û MHPê bi hev re Îhsanoglu û HDPê jî Demîrtaş kirin namzedên serokomariya Tirkiyê.




