26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PYDê nehişt Îbrahîm Biro vegere Rojavayê Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Çedarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), nehiştin ku Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Îbrahîm Biro vegere Rojavayê Kurdistanê û partiya wî jî tekez dike ku ev kiryar nakevin xizmeta pirsa Kurd û armanc ji wan valakirina deverên Kurdî ne ji dengên azadîxwaz û kesên dijberêrê rejîmê.

Li gor daxuyaniyeke Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê, îro dûşemê 7-7-2014,  Îbrahîm Biro, Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê, di rêya Sêmalka ji Herêma Kurdistanê vegere Rojavayê Kurdistanê lê ji aliyê çekdarên PYDê ve ji bo Herêma Kurdistanê hate vegerandin.

PYKSê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Ev kiryarên hovane li dijî xebatkar û partiyên ENKS, tenê dikevin berjewendiya rejîma Sûriyê û bi ti awayî xizmeta yekîtiya nav mala Kurdî nakin.”

Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê di dibêje: “Ev hewlên tekalî û bi hêza çekan encam dan, ji bona sepandina hinek ecîndeyên ku nakevin xizmeta pirsa Kurd û armanc ji wan kiryaran, valakirina deverên Kurdî ne ji dengên azadîxwaz û kesên dijberêrê rejîmê, ku heta rejîma Esed jî nikarî karên wisa encam bide.”

Di dawiya daxuyaniya (PYKSê) de hatiye: “Jibilî şermezarkirina wan karîarên ku ligel sekreterê me hatin encamdan, em dijberiya xwe ji bo rejîm û berdestkên wê dûbare dikin, tekez li ser xebatên sivîl û siyasî dikin.”

Hêjayê gotinê ye ev ne cara yekem e ku çûna serkirdeyên partiyên siyasî bo Rojavayê Kurdistanê ji aliyê çekdarên PYDê ve tê astengkirin, berî niha jî nehiştin sekreter û serkirdeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) vegerin Rojavayê Kurdistanê.

Hoşmîn Iniz

Nûçeyên têkildar