Komkirina hevkariyan bo hêzên pêşmerge berdewame
__2014_07_07_h22m45s0__BA.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Kurdistanî rojane bi coşeke mezin hevkariyan bo hêzên pêşmerge kom dikin.
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, biryar da ku sindoqa komekî û alîkarîkirina Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê bê damezrandin.
Di çarçoveya daxwaza Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bo hevkarî û piştgîrî kirin ji hêzên pêşmerge yên Kurdistanê de, Kurdistanî rojane bi coşeke mezin ya netewî hevkarî bo hêzên pêşmerge kom dikin.
Di vê çarçoveyê de îro li devera Rewandiz, Zaxo û Soranê de welatiyên Kurd li gor îmkan û karînên xwe kempîneke din ya berfire bo kom kirina hevkariyan bo hêzên pêşmerge destpê kirin.
Di çarçoveya ev kempîna han de Kurdistanî hevdem ligel pêşkêş kirina hevkariyên xwe yên madî, piştgîriya xwe jî bo hêzên pêşmerge û amade bûna xwe bo parastina axa Kurdistanê diyar dikin.
Hevkarî li rêya leqa bankên li Herêma Kurdistanê têne kom kirin û hemwelatî dikarin li rêya her bankêkî li hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê pere û hevkariya darayî bixe sindoqê ku yarmetî û dabînkirina pêdiviyên Pêşmerge li seranserê hêlên bergiriya Herêma Kurdistanê dike.




