26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Kurdên Bakur divê piştgiriya wan gavan bikin ku dikevin berjewendiya wan de

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî ligel Serokê PDK-Bakûr, Sertac Bûcak û şanda pê re civiya û gotiye ku ew ji pêşketin û vebûna li Tirkiyê kêfxweş e, gelê kurd li wî beşê Kurdistanê jî divê siyasetek realist û aqilane bidin pêşiya xwe û piştgiriya wan gavan bikin ku dikevin xizmeta berjewendiyên gelê kurd.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro li Selahedînê, Mesûd Barzanî, Serokê Herêma kurdistanê pêşwazî li Serokê Partiya Demokrat a Kurdisranê-Bakûr, Sertac Bûcak û şanda pê re kir.

 

Di destpêka wê civînê de, şanda mêvan sipas û dilxweşiya xwe bi vê serdanê nîşanda û Serokê Partiya Demokrat a Kurdisranê-Bakûr dilxweşiya xwe û ya endamên PDK-Bakûr diyar kir li himber wan pêngavên Herêma Kurdistanê ku ber bi serxwebûnê û referandûmê û çarenivîsa gelê Kurd ve diçin.

 

Herwiha Sertac Bûcak Serokê Partiya Demokrat a Kurdisranê-Bakûr amadebûna xwe nîşanda ji bona her piştevaniyekê ji bo ku gelê Kurdistanê li başûr bighên mafê xwe yên rewa û hêvî xwest ku rêbaza neteweyî li hemû perçeyên Kurdistanê bi serbikeve, ji ber ku ev rêbaz xwesteka rasteqîne ya xelkê Kurdistanê ye.

 

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî gotiye ku ew ji pêşketin û vebûna li Tirkiyê kêfxweş e, gelê kurd li wî beşê Kurdistanê jî divê siyasetek realist û aqilane bidin pêşiya xwe û piştgiriya wan gavan bikin ku dikevin xizmeta berjewendiyên gelê kurd.

 

Di beşek din a hevdîtinê de bûyerên vê dawiyê yên Iraqê û mijara serxwebûna Kurdistanê hatiye gotûbêjkirin. Serok Barzanî jî li ser vê mijarê gotiye, ji ber arîşe û siyaseta xelet ti derfetek ji bo şîe û sunniyên liberal nemaye û pirsgirêk roj bi roj kûrtir dibin.

 

Serok Barzanî her wiha ragihandiye ku kurdan di heyama 10 salên borî de hemû rêbaz ceribandin da ku bikarin bi Iraqê re bijîn lê ev yek biser neket, sedemên vê jî rayedarên Bexdayê û despotîzma wan bû.

 

Serokê Herêma Kurdistanê behsa lidarxistina referandomê li Kerkûkê û deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê jî kir û got, biryara referandom û serxwebûnê biryarek di cih û dema xwe de ye.

 

Serokê Herêma kurdistanê Mesûd Barzanî, li ser mafên pêkhateyên ji xeynî kurd ên Kerkûkê jî got, em hurmeta îradeya pêkhateyên Kerkûkê digirin û emê li gorî dilê wan kar bikin û emê hewl bidin Kerkûk bibe mînaka pêkvejiyanê li herêm û cîhanê de.

Nûçeyên têkildar